Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Ser Bombebarana Santrala Navokî ya Zaporizhzhia Hişyarî Dide


Serokê Ukraynayê Volodomyr Zelenskyy di axaftina xwe ya rojane de êvara Pêncşemê got ku "bombebaraneke din ya Rûsyayê" li derdora santrala navokî ya Zaporizhzhia ya li Ukraynayê, ku mezintirîn çavkanîya enerjiya atomî ya Ewropayê ye, hatîye tomar kirin.

Zelenskyy got, "Tu kesî santrala navokî bi awayekî eşkere bikar neanîye ku gefan li tevahîya cîhanê bike." "Û bi tevahî her kes li cîhanê divê demûdest bertekan nîşan bide ku dagirkeran ji axa santrala navokî ya Zaporizhzhia derxîne. Ev bo berjewendîya hemû cîhanê ye, ne tenê pêdivîya Ukraynayê ye."

Ukrayna û Rûsya hevdu bi topbarankirina santrala navokî tawanbar dikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di daxuyaniyekê de got: "Divê ev navend di çarçoveya operasyoneke leşkerî de neyê bikaranîn." "Di şûna wê de, lihevhatinek bi lez di asteke teknîkî de, li ser çarçoveke ewle ya bêçekkirinê pêwîst e ku ewlehîya herêmê garantî bike."

XS
SM
MD
LG