Tirkiye û Qeterê roja Duşemê îhtîmala pêkve rêvebirina balafirgeha Afganîstanê ya di bin kontrola Talîbanê de zêde kirin, dema ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jibo hevdîtinên du rojan diçe Dohayê.
Afganî û hewelatiyên biyanî ji wê derê ji welatî helatibûn piştî kutevgera îslamî ya tund di Tebaxê da piştî şerê bîst salan desthilatî wergirtî.
Lê gelek kes hêşta jî lêdigerin ku ji wî welatî derbikevin ku rûbirûyê xetereya kêmbûna xwarinên zivistanê û hilweşîna aborîyê bûne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berê hatina Erdoganî di civîneka çapemeniyê ya hevpar digel hevtayê xwe yê Qeterê da got, "Em dê pêkve bixebitin."
Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al-Sanî got: "Qeter û Tirkiye bi berdewamî ligel hikûmeta demkî ya Afganîstanê dixebitin daku bigihin peymanekê jibo vekirina firokxaneyê da ku ew bi awayekî normal kar bike."
Serdana Erdogan di demekê da çêdibe ku Tirkiye hewil dide ku têkiliyên xwe digel hevrikên berê li herêma Kendavê ya zengîna enerjiyê jinûve ava bike, di nav wan de Mîrgehên Yekgirtî yên Ereban, ku şahê wê meha borî yekem car ji sala 2012an êreve serdana Tirkiyê kiribû.
Pevçûnên di navbera Enqere û hevrikên wê yên Kendavê da zêde bûn piştî dorpêçkirina ser Qeterê ji alîyê welatên Ereb ve bi pêşengîya Erebistana Siûdî di sala 2017an da.
Enqerê di vê nakokiyê da piştgirî da Qeterê û ji wê demê êreve her du welat zêdetir nêzîkî hev bûne.
Erdogan, ku welatê wî di bin krîzek nû ya aborî da ye û li veberhênan û bazirganîya biyanî digere, got ku ew dixwaze vê serdanê jibo xurtkirina têkiliyên nêzîk digel hemû dewletên Kendavê bikar bîne.
Erdogan berê ku biçe Dohayê li balafirgeha Stenbolê gote rojnamevanan: "Em alîgirê xurtkirina têkiliyên xwe yên digel hemû welatên Kendavêne."
Erdogan got: "Dorpêçkirin û ambargoyên ku ser Qeterê hatibûn sepandin ji destpêka îsal ve hatin rakirin. Niha di nav welatên Kendavê de hevgirtin heye."