Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cewad Mûrad: Hunera Karîkaturê Civakê Bihêztir Dike


Ji bo ku civak xewdî deng be û li himberî nedursitî û gendeliyê raweste divê ku zimanekê vê civakê hebe, ku karibe bê tirs rexneyan bike û her kesekî têxe bin çavdêriyê. Ew ziman jî hunera karîkator e, ku bi salan ev huner geşepêdaneke mezin li welatên ewrupî bidest xistiye û bûye beşekî serekî ji alavên derbirîniyê û azadiya wê. Ev huner hino hino cihê xwe li welatên Rojhilata Navîn jî digre û li nav civaka kurdî jî êdî dengê vê hunerê berz dibe û şêwazê wê ron û zelel dibe.

Hunermend Cewad Mûrad yek ji hunermendên karîkatorê ye, ku bi keda xwe karîbû cihê xwe di nav vê hunerê de bigre û şêwaza xwe belav bike.

Cewad Mûrad di sala 1983 li gundê Kengelo/ Dêrikê/ Sûriyê ji dayik bûye.

ji zaroktiya xwe ve , guhdana xwe bi huner û çandê ve diyar da ku malbata wî jî guhdan bi behreya wî kirin û piştevanî dan wî.

Di sala 2007an de xwendina Arkelociya li zanîngeha Dîmeşqê qedand.

Sala 2012an, xwendina hunerê li navneda Edhem Ismaîl li Dîmeşqê qedand.

Ji sala 2000-2009 li kovara Zahret Al Madaein de kar kirye.

Ji sala 2007 ta 2010 li kampaniya berhmînana hunerî Al Najem kar kirye.

ji sala 2013an vê li Hewlêrê dijî û li wir karê hunerî dike ( karkator û inemaşin) ku ta nuha bi gelek kenalên kurdî û rojnameyan re kar kirye û hîna jî berdewamiya xebatên xwe dike.

Ew hêvî dike ku hunera inmaşin û karîkatorê di nav kurdan de geş bibe û kampaniyên taybet bi wan çêbibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:16:33 0:00

XS
SM
MD
LG