Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşdanên Guherînxwaz yên Cezayîrê Îro jî Didomin


Bi deh hezaran xwepêşanderên Cezayîrî îro dîsa li paytext Cezayîr civîn û daxwaza karvekişîna çîna desthilatdar dikin.

Xwepêşander 12 hefte ne ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dar dixin û daxwaz dikin ku karbidestên ser desthilatê û piştvanên wan yên karsaz ku ji 1962’an vir ve Cezayîrê bi rê ve dibin, dest ji kar berdin.

Dîdevan dibêjin ku xwepêşandana îro aram û aştîyane bû, lê hejmara beşdaran ji yên berê hindiktir bû.

Bi hezaran xwepêşander herwiha li bajarên wek Oran, Tizi Ouzou û Konstantin derketin kolanan û dirûşmên dijî hikûmetê bilind kirin.

Serokê berê Abdulazîz Buteflîka, piştî 20 salan ya ser desthilatê, di 2’yê Nîsanê de, di bin givaştina artêşê û xwepêşanderan de mecbur mabû ku desthilat berde.

Xwepêşander dixwazin ku hemî karbidestên Buteflîka jî dest ji kar berdin û reformên sîyasî li welêt pêk werin.

Xwenîşander herwiha dixwazin ku serokê demkî Abdulqadir Bensalah, ku serokê civata jorîn ya parlamana Cezayîr e, jî karvekişînê bide. Bensalah bo 90 rojan li şûna Buteflîka bûbû serok ku peyvajoya hilbijartina seroktî ya 4’ê Tîrmehê bi rêve bibe.

XS
SM
MD
LG