Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo 14 Tawanbarên Êrîşa Ser Charlie Hebdo Cezayên Giran Tên Xwestin


PARIS-Dozgeran roja Sêşemê daxwaza cezayên giran di navbera 5 salên girtinê û cezayê heta hetayê bo 14 gomanbaran dixwazin, yên ku beşdarî di êrîşa çekdarên Îslamî de kirbûn di sala 2015ê de karîkator kuştbûn û li bazarekî firoşgeha Jihûyan li Paris rehîne kuşt bûn.

Di êrîşa ser kovara karîkatorîst Charlie Hebdo de 16 kes hatbûn kuştin, ya ku wêneyên pêxmberê misilmanan Mihemdî weşand bûn, çekdarên Îslamî piştî 3 rojan kesên di dest xwe de weke rehîne girtîn û paşî ew kuştin.

Di êrîşê de sê çekdarên êrîşkar, polîseke jin jî kuşt bû, yên ku hersê paşî bi guleyên polîsan hatin kuştin.

Kesên ku ji meha Îlonê û vir de tên dadgeh kirin, bi tawanên cûda yên alîkariya logistîkî ya êrîşa ser Charlie Hebdo tên tawanbar kirin, lê Cherif û Said Kouachi kesên beşdariya girtina rehînan kirî Amedy Coulibaly tawanên li dij xwe red dikin.

Sê kesên din di nava 14 gomanbarên beşdarên êrîşê ku di navbera 29 û 68 salan de ne, bê ku di made bin tên darizandin, di nava wan de Hayat Boumeddiene hevala Amedy Coulibaly.

Piştî demek kurt ji êrîşa Parisê Hayat Boumeddiene reviya bo Sûriyê, cihê wê nediyare.

Dozger cezayê zîndana dirêjiya jiyanê bo Ali Riza Polat dixwazin ku welatiyekê Tirk -Fransî ye û 35 salîye, di dagehê de weke "destê rastê" yê Coulibaly daye naskirin ku çek bo wî û birayê Kouachi peyda kirîne.

Ali Riza Polat li xwe mukir hatiye ku beşdarî di gelek "sextekariyan"de kirîye, lê wî red kir ku çek bo Coulibaly peyda kir be, yê ku sond bo DAIŞê xwar bû û dest di gel wê rêxistinê hebû.

Hevalê Polat û du kesên din ku demekî li gel Coulibaly di girtîgehê dabûn, gotin wan ti rol di êrîşê de nebûye û îdîayên li dij xwe yên ku kesên tundrê ne red dikin.

Kuştina karîkatorîstan li Fransa ya sekuler, ku kevneşopiyek henekan e li hember pirsên olî, bû sedema şokek mezin.

Ev êrîşa hanê destpêka zincîrek êrişên terorê bû li Fransa, gelek ji wan ji hêla xortên Fransî de yên dilsozên Dewleta Islamî DAIŞê ve pêkhatine.

Piştî destpêkirina darizandina êrîşkarên ser Charlie Hebdo, li meha Cotmehê xortekî penaber yê Çeçanî serê mamoste Samuel Paty jêkir, ji ber ku di polê de li ser ramana azad mamoste hin karîkatorên pêxmberê misilmanan Mihemedî nîşa xwendekaran dabûn.

XS
SM
MD
LG