Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Charles Taylor bi Tawanên Dijî Mirovahîyê Hat Ceza Kirin


Serokê berê yê Lîberya Charles Taylor bi tawanên şer û yên dijî mirovahîyê li dadgeheke taybet li Lahay hate tawanbar kirin.

Dadgeha taybet ya jibo Sierra Leone roja Pênçemê biryar da ku Taylor piştgirîya binpêkirinên mafên mirovan kiriye ku di şerê navxweyî li Sierra Leone de, ji alîyê serhildayan hatine kirin.

Dadwer Richard Lussick got, dadwer hevbîr bûn Taylor bi kuştinkarî, destdirêjîya namusê, koledarîya seksî û amadekirina leşkerên zarok û çend tawanên din gunehbar bû.

Taylor ji sala 1946’an vir ve, serokê yekê yê dewletekî ye ku ji alîyê dadgeha navnetewî ve tê tewanbar kirin.

Dadgehê li sala 1946’an hikûm li Karl Doenitz birîbû ku piştî mirina Adolf Hitler jibo demeke kurt seroktîya Almanya Nazi kiribû.

Dadwer Richard Lussick got, birêz Taylor dê li 30’ê Gulanê were ceza kirin.

Charles Taylor li dadgehê tawanên dijî xwe qebûl nekir û got, ew dê dijî wê biryarê îtîraz bike.

XS
SM
MD
LG