Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Fransî 14 Erîşkerên Charlie Hebdo Tawanbar Dîtin


Dadgehekê Fransî îro roja Çarsemê 14 mîlîtanên Îslamî yên Fransî tawanbar dîtin.

Erîşkarên Îslamî bi tawana ku ew di sala 2015an de, tevlî erîşen li diji kovara karikatûr Charlie Hebdo û supermarkêta Cihûyan li Parîsê bûne tên dadgeh kirin.

Di nav 14 kesan de, Hayat Boumeddiene heye ku hevjîna berê yê Amedy Coulibaly e, ku ew polîsek û çar kesên din li supermarketa Cihûyan de kuştûbû.

Boumeddiene ji ber tawana fînaskirina terorî û her wiha tevlîbûna grûbekê terorî te dadgeh kirin. Hejayî gotinê yê ku ew ji ber ku li Sûrîyê tev li DAEŞê bû, di lîsta Interpolê anku polîsa navnetewî de bûbû.

Amedy Coulibaly di erîşa Charlie Hebdo yê de jî cîh girtîbû.

XS
SM
MD
LG