Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Tund li Charlotte Berdewam dikin


Di encama teqekirinekê de, derengîya Çarşemê kesek li bajarê Charlotte ya eyaleta North Carolina bi giranî birîndar bû, di vê demê de ku xwepêşander kuştina zilamekî Amerîkîyê Afrîqî ji alîyê polîsan ve protesto dikin.

Walîyê North Carolina rewşa awarte li Charlotte ragihand û fermanda şandina Zerevanîya Netewî (National Guard) ji bajêr re da.

Xwepêşandanên aştîyane zivirîn rewşeke tund û pevçûn di navbera xwenîşander û polîsan derketin û hêzên ewlekarî gazên îsotê xebitandin ku xwepêşander ji hevdu cihê bikin. Hin xwepêşander pencereyên firoşgehan şikandin û hinek ji wan şewitandin.

Karbidestên ewlehîyê radigihînin rewşa bajêr di demijmêrên sibeha Pêncşemê de aram e.

XS
SM
MD
LG