Lînkên eksesibilîtî

Kongires Daxwaza Şermezarkirina Grûbên Nehez Û Şîdetkar ji Serok Trump Dike


Kongiresê Amerîkî şeva Sêşemê direng biryarek derbas kir û daxwazê ji serok Trump dike da ku, grûbên li Amerîka nehezî û duberîyê peyda dikin şermexzar bike, ev daxwaz piştî wê yekê hat ku serok Trump rastî rexnan hat jiber helwesta wî ya direng mayî derbarê meşên grûbên neteweparazên spî li bajarê Charlottesville li eyaleta Virginia li meha bûrî.

Gerry Connolly endamê Civata Nûneran daxûyaniya biryarê xwend û têde ragihand ku, Civata Nûneran çalakiya li Charlottesville bi piraniya dengan şermezar kir ku, ev biryar roja Duşemê di civata senatoran de hat bû erê kirin û got"Îşev Civata Nûneran çalakiyên şîdetkar yên bi şerim û pirî nehezî yên grûba " Ku Klux Klan "KKK" û netewparêzên spî, herwiha yên bawerî bi serdestiya spiyan heyî û netewparêzên nû li Charlottesville şermezar dike".

Biryara di Civata Nûneran de hatî erê kirin ku, nûnerên Komarî û Demokratan pejirandîye dê ji serok Trump re ête şandin da ku, îmze bike, lê nûnerên Qesra Spî bersiva emaila civatê nedaye ya ku, daxwaza helwestê ji Qesra Spî dike derbarê biryarê.

Civata Nûneran hewrwiha di biryara xwe de, wezîrê dadê yê Amerîka Jeff Sessions agehdar dike da ku, lêgerîn û lêpirsînan li dij şîdetkaran û tirsa ku grûbên weke KKK, neteweparêzên spî, Naziyên nû û yên weke wan bide destpêkirin, civat herwiha kiryarên wan grûban weke "Terora navxweyî" bi nav dike.

Wek tê zanîn meha bûrî li bajarê Charlottesville yê Virginia grûbên radîkal, şîtdet û nehezî bi kar anî bûn, ev bûbû sedema ku, tirsa duberiya civakî li Amerîka peyda bibe û serok Trump derbarê helwesta wî ya direng mayî hat bû rexne kirin, herwiha vê yekê bandor li ser rewşa civakî û aborî ya Amerîka kirîye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG