Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Sizayê Leşkerê Belgeyên Veşartî Dabûn WikiLeaks Kêm Dike


Chelsea Manning - born Bradley Edward Manning

Serok Obama roja Sêşemê biryar da ku, sizayê Chelsea Manning leşkera berê ya Amerîka ku berî niha navê wî, Bradley Manning bû, kêm bike, ya ku weke şirovekara Sixoriya leşkerî kar dikir û hezaran belgeyên veşartî yên leşkerê Amerîkî dabûn malpera WikiLeaks.

Leşkerê bi navê Bradley Manning yê kû regeza xwe guhertî û weke Chelsea Manning hat naskirin, ji sedema hezaran belgeyên leşkerî dabûn WikiLeaks dadgehê sizayê 35 salên zînadê dabûnê, Qesra Spî ragihand ku serok Obama berî desthilata wî bi dawî bibe biryara kêm kirina sizayê Chelsea da, li gur biryarê divê ew 17î Gulana îsal ji girtîgehê derkeve û azad bibe.

Serokatiya Amerîka ev biryar da piştî di sala 2013 de, dadgeheka Amerîkî hûkmê 35 sal cezayê zînadanê dabûn Chelsea ku zêdetirî 70 Hezar belgeyên leşkerî yên veşartî dabûn malpera WikiLeaks.

Chelsea di nava 209 kesan de ye yên ku bi biryara serokatiyê sizayê wan hatiye kêm kirin û lêbûrîn ji 64 kesan girtiye, ev biryar, wî çaxî pêkhat dema malpera WikiLeaks ragihand bû ku damezrênerê Malperê Julian Assange amadeye xwe radest bike.

Piştî biryara kêmkirina sizayê Chelsea Manning derket, WikiLeaks îro roja Çarşemê ragihand ku, Julian Assange amadeye xwe radestî Amerîka bike.

Derbarê kêmkiria sizyan ji aliyê Obama ve, şêwirmendê Qesra Spî Neil Eggleston ragihand û got"Ev 273 kes fêrbûn ku netewa me netewek Lêbûrînxwaze, yên ku karek dijwar encam dane û ew baş hatine amadekirin ku ji şaşiyan vegirin ser rastiyê, her kes dikare ji şaşiyên xwe yên berê fêr bibe û divê riya lixwe zivirînê jibo wan bihê vekirin".

XS
SM
MD
LG