Lînkên eksesibilîtî

Chevron li Herêma Kurdistanê Karên Xwe Radiwestîne


Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku Chevron (CVX.N), ku şîrketa gaz û petrolê ye, jiber bûyerên li Herêma Kurdistana Îraqê karên xwe yên li wir bi awayekî demkî radiwestîne.

Berdevka kompanîyê bi daxuyanîyekê da zanîn ku Chevron'ê biryar daye ku bo demekê karên xwe yên li herêmê rawestîne.

Chevron'ê li Herêma Kuurdistanê, piştî navbereke bi qasî du sal, di meha Îlonê de dest bi lêgerîn û kolandina bîrên petrolê kiribû.

Kompanîyê dîyar kir ku peywendîya wan ya bi Hêrêma Kurdistanê re didome û ew li bendê ne ku rewş li herêmê baş bibe û jinûve karê xwe bikin.

XS
SM
MD
LG