Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Îdiayên Brîtanya yên Ser Mijara Ukrayna Bê Bingeh In


Balyozxaneya Çînê ya li Brîtanya îro Înê bang li Londonê kir ku Pekînê bi gotinên bê bingeh sûcdar neke û girjîya jibo Ukrayna gur neke.

Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Grant Shapps pêr Çarşemê got ku ku Çîn dijî Ukrayna yan alîkarîya kujer dide Rûsya yan jî hazirîyê dike ku wê alîkarîyê bide.

Shapps ser gotinên xwe ti delîl nîşan neda, lê wî li Londonê di konferansekê de got ku di destê îstixbarartên Amerîkî û Brîtanî de delîl hene ku ji Çînê alîkarîyên kujer diçin Rûsya yan jî wê herin û dîyar kir ku ew rewişeke girîng e.

Berdevikekî Balyozxaneya Çînê li ser pirseke derbarê mijarê got ku ew daxuyanîyê hema wisa hatiye dayîn.

‘’Em bang li Brîtanya dikin ku Çînê bi îdiayên bê bingeh sûcdar neke û girjîyê gur neke. Divê ew dewlet ser rola xwe ya jibo ewlekarî û aştîya navneteweyî bi awayekî cidî bifikire û jibo aştî û dadmendîyê bi rastî tiştekî bike.’’

Wî dîyar kir ku Çîn ser mijara Ukrayna her tim bê alî maye û bi awayekî aktîf piştgirî daye danûstandinên ser aştîyê.

Amerîka û hevbendên wê jiber dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna dijî Moskowê tole ragihandine û ew dewlet jî di salên dawî de bi Çînê re peywendîyên bazirganî û leşkerî xurt dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG