Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîyakurd: Em li Benda Amerîka Ne ku Rewşa Dawî ya Vekişîne Zelal Bike


Hin Kurd pêşwazîya hêzên Amerîkî dikin
Hin Kurd pêşwazîya hêzên Amerîkî dikin

Karbidestekî bilind yê Kurdên Sûrî îro Duşemê got ku ew li benda daxuyanîyên Amerîka ne ku ji wan re rewşa dawî ya biryara vekişîna ji Sûrîyê zelal bike.

Bedran Çîyakurd ji AP re got ku daxuyanîyên John Bolton û yên Trump gelek ji hevdu cuda ne.

“Em derheqa guhertineke li ser sîyaseta Amerîka ya vekişîna ji Sûrîyê nehatine agahdar kirin û di derbarê şîroveyên dawî yên Bolton de, di nav tarîyê de hatine hiştin,” Çîyakurd got.

Bolto roja Yekşemê li Îsraîlê gotibû ku hêzên Amerîkî wê ji bakurê rojhilata Sûrîyê dernekevin, hetra ku DAIŞ bi yekcarî were şikandin û şervanên Kurd yên hevalbendên Amerîkî neyên parastin.

Şîroveyên Boltin wek vegera ji daxuyanîyên Trump tên dêtin ku sê hefte berê gotibû ku Amerîka dê hêzên xwe demûdest ji Sûrîyê vekişîne.

XS
SM
MD
LG