Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ali Şeker: Divê Pêşî li Kêşeya Zarokên Ducanî Were Girtin


Zarokên zewicandî li Hîndistanê (Arşîv)
Zarokên zewicandî li Hîndistanê (Arşîv)

Li Tirkîyê di 18 mehên dawî de, 21 hezar 957 zarok ducanî mane. Li gor Navenda Ragihandina Serokomarî (CIMER) di sala 2017’an û di şeş mehên pêşîn ya 2018’an de, 21, 957 zarokên ducan hatin tomar kirin.

Parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Alî Şeker dibêje ku gelek zarokên temenê wan di bin 15 salî de hene ku ducanî ne.

“Divê ev hêjmar werin kêm kirin. Jibo vê yekê jî pêwîst e lêpirsînek cidî were kirin û li ser vê mijarê xebat werin kirin.”

Şeker polîtîkayên Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ya desthilatdar yên ser vê babetê bi tundî rexne dike.

“AKP bi pêşnîyarekê dixwesta zarokên ku bûne armanca destdirêjîya seksî, bi êrîşkarên wan re bide zewicandin. Bi vê yekê, xwest ku kesên tecawîzkar biparêze, lê jiber bertekên tund, ew pêşnîyar paşve hat kişandin.”

MEB_Zarokên_Ducanî_Ali_Seker
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:47 0:00

XS
SM
MD
LG