Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Ji bo Parastina Beijingê Pîvanên Koronayê Tundtir Dike


Çînê îro Şemiyê pîvanên rêgirtina li vîrusa koronayê tundtir kirin ji bo parastina paytexta welêt Beijingê, di demekê de ku keysên bêhtir yên cûreya Deltayê li hejmarek bajarên Çînê hatine tomarkirin.

Komisyona Niştimanî ya Saxlemiyê îro 107 û doh jî 124 keysên koronayê piştrast kirin.

Li gor berferehîyên kombûneka berpirsên xwecihî ku rojnameya Beijing Daily ragihand, evên ku niha li derveyî Beijingê ne û li deverên ku metirsiya koronayê lê bêhtir e, divê hatina xwe ya Beijingê paş bixin û hinekên din jî pêwîst e têsta COVID-19 bikin.

Berpirsan her wiha got divê pîvanên rêgirtina li vîrusê li riyên sereke, îstgehên tirênê û balafirxaneyan tundtir bibin.

Beijingê berpirsên hin hikûmetên xwecihî daxwaz kirin, ku wan pîvanên rêgirtina li koronayê kêm kirine û vê yekê hîştiye cûreya Deltayê bêhtir belav bibe.

Ta niha li Çînê bi fermî 93,605 keysên koronayê hatine ragihandin û hejmara miriyan jî 4,636 kes in.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG