Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje bi Kuştina Hanîyeh Serwerîya Îranê Hatiye Binpê Kirin


Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku Wezîrê Derve Wan Yi roja Yekşemê bi Şûngirê Wezîrê Derve yê Îranê bi rêka telefonê axifîye.

Wezaretê dîyar kir ku Yi di axaftina xwe de gotiye ku Çîn ser ‘’serwerî, ewlekarî û rûmeta neteweyî’’ piştgirî dide Îranê.

Li gor ragihandina wezaretê Wang kuştinkarîya li Tehranê ya dijî Rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh careke din şermezar kiriye û dîyar kir ku bi êrîşê serwerîya Îranê hatiye binpê kirin û dijî îstiqrara herêmî gef hatiye xwarin.

Îranê û Hamasê ser kuştina Hanîyeh, Îsraîl tawanbar kir.

Îsraîlê berpirsîya kuştina Hanîyeh, ku pê re fikarên ser berfirehbûna şerê li Gaza gur bû, negirt ser xwe.

Tehranê dîyar kir ku ewê ser kuştina Hanîyeh cezayeke tund bide Îsraîlê.

Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku Wang ji Şûngirê Wezîrê Derve yê Çînê Alî Bagherî Kanî re gotiye ku kuştina Hanîyeh bi awayekî rastexwe zarar daye peyvajoya danûstandinên ser agirbesta li Gaza û aştî û aramîya herêmê.

Wezareta Derve dîyar kir ku Wang gotiye ku Çîn hazir e ku ser berevanîya aştî û îstiqrara herêmê bi Tehranê re peywendîyên nêz çêke.

Serokê Îranê Mesud Pezeşkîyan roja Yekşemê Abbas Araqcî wek wezîrê derve yê welêt erkdar kiribû.

Araqchi ji 2013 heta 2021’an wek serdanûstandinerê danûstandinên ser çekên navokî kar kiribû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG