Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çînê Xi Jinping Wê Serdana Rûsya Bike


Serokê Çînê Xi Jinping plan dike ku di hefteya pêş de serdana Rûsya bike û bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladmir Putin re bicive.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ew agahî ji zarê jêderên haydr ragihand ku demek e çaverê bû ev serdan çêbe.

Plana serdanê di vê demê de tê ku Çîn bo aştîya li Ukrayna di hewildanekê de ye, lê jiber peywendîyên wê yên dîplomatîk yên bi Rûsya ew hewildan bo welatên Rojavayî gumanan çêdikin.

Di rojên borî ajansa Tass ya Rûsya ragihandibû ku Putin, Xi vexwendiye ku ew di biharê de serdana wî bike.

The Wall Street Journal meha borî ragihandibû ku serdan dibe ku di Nîsan yan Gulanê de çêbe.

Wezareta Derve ya Çînêdaxwaza şiroveyeke ser îhtîmala serdana Xi ti bersîv neda û Kremlînê jî red kir ku şîrove bike.

Moskowê meha borî mazuvanîya dîplomatê payebilind yê Çînî Wang Yi kiribû ku ew yek mîna nîşana serdana Xi ya siberojî hatibû dîtin.

Rûsya û Çînê sala borî, çend hefte berîya hêzên Rûsî êrîşî Ukrayna bikin, hevbendîyeke bê sînor çêkirin û her du alî bo xurtbûna peywendîyan danûstandinên xwe didomînin.

Xi, piştî ku bû serok 39 caran bi Putin re rûbirû axifî ku cara herî dawî di Îlonê de li hilcivîna li Asya Navîn pêk hatibû.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG