Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn û Rûsya bo Dawîkirina Toleyên Dijî Pyongyangê Amadekarîya Pêşnîyareke Hevbeş Dikin


Çîn û Rûsya amadekarîya pêşnîyareke hevbeş ya bo NY dikin û banga dawîkirina tolêyên aborîyê li dijî Koreya Bakur dikin.

Di nav toleyan de ku her du dewlet dixwazin werin rakirin ew e ku hemwelatîyên Koreya Bakur ku li derve kar dikin bikaribin pere bişinîn welat.

Herwiha firotina malûlên deryayî, tekstîl li derveyî welat û kirîna neftê ji derve heye.

Pêşnîyarê ku ajansên Reuters û Associated Press karine bigihêjinê, herwiha hanê dide 15 endamên Konseya Ewlehîyê ku ew toleyan “jibo başkirina jîyana gekê sîvîl” yên Koreya Bakur werin rakirin.

NY yekem toleyên li dijî Koreya Bakur di sala 2006an de danî jiber bernameyên navokî û muşekên balîstîkî yên wî welatî.

Ev herdu jî bi ceribandena Pyongyang bi dijberîya hêzên navnetewî bihêztir dibin, tevî ku rewşa ekonomîya welat xirabtir dike.

Çîn û Rûsya di sala 2019ê de behsa pêşnîyarekê kiribûn, lê ew jiber dijberîya Amerîka û dewletên din yên Rojavayî, ti carî ne hatibû pêşkeş kirin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG