Wezîrê Derve yê Çînê Qin Gang îro Sêşemê got ku divê Çîn û Rûsya peywendîyên xwe pêşve bibin.
Qin ji rojnamevanan re dîyar kir ku peywendîyên nêz yên di navbera her du rêberan de, Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsya Vladimir Putin, bingehek bo peywendîyên dualî çêkir.
Li ser pirsa ka wê Xi serdana Çînê bike yan ne, Qin bersiveke zelal neda.
Qin, wek bersîva ku pêkan e Çîn û Rûsya jibo bazirganîya dualî dest ji dolar û euroyê berdin, got ku divê ew her dirava kêrhatî û kardar bixebitînin.
Qin dîyar kir ku divê dirav nebin karta cezayên yekalî û zordestîyê.
Çînê heta niha jî Rûsya jiber şerê li Ukrayna şermezar nekiriye.
Ew dewlet gelek caran Amerîka rexne dike ku bi toleyan zordestîyê li welatên din dike.
Jêder: VOA