Şanda Amerîka li Neteweyên Yekgirtî banga Çînê ya ji welatên endam ku pêgiriyên xwe yên darayî pêk bînin, red kir û ew wek hewleka Cînê ya kişandina balê ji ser “rêveberiya xerab” a wê di dema koronayê de anî ziman.
Çînê di daxuyaniyekê de roja Înê daxwaz ji welatên endam kiribû ku amerîka di vê derbarê de qerzdara herî mezin a Neteweyên Yekgirtî ye û divê ew 1,332 milyar dolar ji bo piroseyên aştiyê bide.
Şanda Amerîkî got ku Çîn dixwaze balê ji ser rêveberiya xerab a kirîza koronayê bikşîne û Amerîka vê dawiyê 726 milyar dolar dane, di çarçoweya pêgiriya xwe bi proseyên parastina aştiyê de û dê para xwe ya mezin jî dawiya salê bide.
Tê zanîn ku Amerîka beşdara abûrî ya herî mezin e di Neteweyên Yekgirtî de û 25% ji mîzaniya salane ya proseyên aştiyê dide ku dora 6 milyar dilar e.
Bi awayekî fermî divê Amerîka 27,89% ji mîzaniya proseyên aştiyê bide, lê li gor biryareka kongrêsê ku serokê Amerîka cîbicî dike, Amerîka tenê 25% dide û bi vî rengî Amerîka qerzdar dibe.
Şanda Amerîka got ku qerzên li ser Amerîka gihîştine 888 milyon dolar, lê wê diyar kir ku du par ji wan qerzan ew encama dayîna 25% ye, ji sala 2017an heta niha.