Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dixwaze Pekîn Rê Bide Berpirsa Mafên Mirov Serdana Çînê Bike


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres roja Şemiyê gotîye rêberên Çînê ku ew çaverê dike rayedar rê bidin berpirsa mafên mirov ya NY Michelle Bachelet ku "serdaneke pêbawer" bo Çînê bike ku herêma Sîncanê jî di nav de be.

Li gor daxuyaniya NY ya ji hevdîtinan, Guterres li kêleka Olîmpiyadên Zivistanê ligel Serokê Çînê Xi Jinping û Wezîrê Derve Wang Yî civîyaye.

Bachelet demek dirêj e dixwest ku bigihîje Sîncanê da ku lêkolînê ser tawanên destdirêjiya li dijî Uygûrên Misilman bike.

Vê mijarê têkiliyên di navbera Pekînê û welatên Rojavayî de xirab kiriye û bûye sedema tawana jenosîdê ji alîyê Washingtonê ve û herwiha boykotkirina dîplomatîk ya hinek welatan bi pêşengiya Amerîkayê bo Olîmpiyadên Zivistanê ku li Çînê tên lidarxistin.

XS
SM
MD
LG