Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Cezayan Dijî Hin Kesayetî û Dezgehên Amerîka û Kanada Radigihîne


Çînê îro Şemîyê ceza ragihandin li dijî hin kesayetî û dezgehan li Amerîka û Kenedayê, wek bersiv ji cezayên dijî welatî û grûpên Çînê.

Wezareta derve ya Çînê di daxuyanîyekê de got ku Çîn dê cezayan bide ser seroka Komîsyona Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navnetewî (USCIRF) Gayle Manchin û cîgirê serok Tony Perkins.

Çînê her wiha ceza dan ser perlemanterê Kenedî Michael Chong û Komîta şaxîn ya navnetewî ya Mafên Mirovan ku girêdayî komîta karûbarên derve û geşepêdanên navnetewî ye di meclîsa giştî ya Kenedayê de, li gor daxuyanîyê.

XS
SM
MD
LG