Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Bersiva Cezayên Amerîkî bi Qedexekirina Serkirdeyekî Incîlî Dide


Endamên USCIRFê û di nav de jî Johnnie Moore
Endamên USCIRFê û di nav de jî Johnnie Moore

Çînê îro Çarşemê got ku wê serdana serkideyekî incîlî yê Amerîkî û malbata wî bo Çînê qedexe kir wek bersiva cezayên Amerîkaî li dijî berpirsekî Çînê bi idîayên zordarîya ayînê.

Wezareta derve ya Çînê ceza dan ser Johnnie Moore, endamê Komîsyona Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navnetewî (USCIRF) û rê li pêş derbasbûna wî û malbata wî bo Çînê û herêmên Hong Kong û Macau girt, li gor peyvdarê wezaretêZhao Lijia.

Moore damezrênerê rawêjkarîya pêwendîyên giştî yên Amerîka ye, ku rawêjkariyan ji bo hikûmeta Amerîkî pêşkêş dike, li gor malpera USCIRF.

Zhao di konferanseke rojnamevanî de got:

“Çîn handerîya Amerîka dike ku şaşîyên xwe serrast bike, cezayan rake û êdî destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Çînê de neke di bin navê pirsgirêkên ayînî de.”

Amerîka serederîya Çînê bi Misilmanên Uygure re şermezar dike û wezîrê derve yê berê Mike Pompeo di meha Çile de gotibû ku kiryarên Çînê li Xinjiang digihin asta cînosaydê.

XS
SM
MD
LG