Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden bi Serokê Çînê re Cîvîya


Joe Biden waves to Chinese leader Xi Jinping

Serokê Amerîka Joe Biden û heftayê wî yê Çinê Xi Jinping roja Duşemê civinekê hevbeş yê online lidarxistin. Her du serok li ser mijarên giring yên bo her du welatan axîfîn.

Serok Biden û Serok Jinping bibîrxistin ku divê her du welat ji bo hev û din zelal û durist bin.

Biden got her du serok berpirsiyarin ku peşbazikirina her du welat nebe sedema alozîyeke zanebûn û nezanêbûnê. Divê hevrîkîya wan raste xwe bibe.

Serokê Çînê jî got divê her du welat rêz ji hev bigire, di nav aramî û hevkarîye de danustandinan bikin.

Her du serok her wiha li ser mijarên wekî Pandemîya Covid-19ê, guherina keş û hewayê axifîn û li hevhatin ku bi reyekê aramî û bi rezgirtinê dikarin li wan pirsgirekan binerin.

Di mijarekê din ya civinê kiryarên mafên mirovan ya Çînê li Xinjiang, Tibet, û Hong Kong bu.

Biden got Amerîka li dijî hewldanên guherina statuskoye ya yek alîye, ku li Taywanê aramî û istiqrar giring e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG