Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke li Kargeheke Çînê de, 47 Kes Hatine Kuştin, Sedan Kes jî Birîndar Bûn


Di peqîneke li kargehekê dermanên kîmyayî ya Çînê de, bi kêmî ve 47 kes hatine kuştin.

Medya dewleta Çînê ragihand ku di peqînê de herwiha 640 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn şeva Pêncşemê li Chenjiagang Industrial Park ya bajarê Yancheng ya li herêma Jiangsu qewimî û tenê dora di demjimêr 3’yê şevê de hate kontrol kirin.

Televîzyona dewletê dîyar kir ku rizgarbûyên peqînê ji 16 nexweşxaneyan re hatin birin û dermankirina 640 kesan berdewam dike ku rewşa du ji sê wan kesan xeter e.

XS
SM
MD
LG