Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn bi Tundî Bersîva Rexneyên Trump yên Derheqa Pyongyang Dide


Wezareta Derve ya Çînê îro Duşemê ji Reuters'ê re ragihand ku pirsgirêka ceribandina muşekan ya Koreya Bakur li Çînê derneketiye û divê hemî alî jibo çareserîyekê bixebitin.

Daxuyanîya Çînê, wek bersîvdana rexneyên Serokê Amerîka Donald Trump tê dîtin ku bi rêka Twitter'ê gotibû ku ew ji helwesta Çînê gelek xeyalşikestî bûye.

Pisporên ku ji nêz ve Çînê dişopînin, dîyar dikin ku Pekîn bi rexneyên Amerîkî û Japonî yên derbarê Pyongyang bêzar bûye, lê ji ceribandinên navokî yên berdewam yên Koreya Bakur jî gelek tore ye.

Koreya Bakur Şemîya borî ragihandibû ku wê ceribandina muşekeke balîstîk ya navparzemînî pêk anîye ku dikare li Amerîka bide ku ew jî bûbû sedema hişyarîyên tund ji Trump û Çînê.

XS
SM
MD
LG