Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump di Seredana 5 Welatan de Giha Çînê


Serok Donald Trump û xanima yekê Melania Trump, serokê Çînê Xi Jinping û xanima wî Peng Liyuan.
Serok Donald Trump û xanima yekê Melania Trump, serokê Çînê Xi Jinping û xanima wî Peng Liyuan.

Roja Çarşemê serokê Amerîka Donald Trump di seredana 5 welatên Asya de giha Pekîn, weke êstgeha herî giring ya vê seredanê tê dîtin, aramnca seredanê avakkirina hevpeymaniyek bihêz e, li herêmê, li dij zêdegaviyên Koreya Bakur û metirsîya pêşxistina çekê navokî ye. Trump desthilata Pyeongyang weke dîktatorî binav kir.

Serok Trump berî seredana Çînê bike pesina serokê wî welatî Xi Jinping dabû, Trump dema di seredanekê de, li Koreya Başûr bû peyvek pêşkeş kir, di Peyva xwe de Çîn agihdar kir bû derbarê avakirina eniyeke xûrt ya li hember metirsiyên Koreya Bakur .

Washington weha dibîne ku, Pekîn klîta serkeftinê ye bû bisînor kirina Koreya Bakur, jiber ku Çîn şademara ekonomîya wî welatîye, rêjeya bazirganîya Koreya Bakur ligel Çînê 90% ye.

Trump çend seatan berî bigehe Çînê di twîteke xwe de nivîsand "ez bawer nakim dê kengî gehim dîdarê ligel serok Xi Jinping encam bidim yê ku, nihe serkeftinek siyasî mezin bidest ve anî ye", mebesta Trump serkeftina Xi bû, di hilbijartinên meha bûrî ya dewereke nû ya serokatîya partîya Komonîst ya desthilatdar û welatê Çînê de.

Trump di merasîmek bi heybet de li Pekîna paytext, li qesra Împîratoriyê hat pêşwazî kirin û ewê ligel Xi Jinping nanî bi hvere bixûn.

Li aliyek din şanda bazirganî û karsazan ya ku, bi serok Trump re bû, ligel şanda Çînê 20 girbestên bazirganî îmze kirine, wezîrê baziraganî yê Amerîka Wilbur L. Ross û cîgirê serokwezîrê Çînê Wang Yang di sêrmoniyek taybet de girbestên ku, bihayê 9 Mîlyar dolarane îmze kirin, lê wan behsa hûrgilîyên wan girêbestên bazirganî nekirin.

Wek tê zanîn serok Trump niha bi seredanek 12 rojî bo 5 welatan li Asya ye, seredana roja Çarşemê ya serok Trump li Çînê êstgeha herî giring û bi bandor tê nirxandin.

XS
SM
MD
LG