Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jineke Çînî ku Ketibû Nav Otela Trump li Florîda Hate Girtin


Mar-a-Lago estate in Palm Beach, Florida, March 22, 2019.

Karbidestên ewlehîyê ragihand ku jineke Çînî li bajarê Palm Beach ya Florîda hate desteser kirin, piştî ku ew bê dawetname çûbû nav Mar-a-Lago, xanîyê taybet yê Serokê Amerîka Donald Trump û agahîyên derew dabûn karmendên federalî.

Karbidestan ragihand ku di nav çanteya jina bi navê Yujing Zhang de çar telefonên destan, kompîtera serçokan û alaveke bi programeke xeter hatin dîtin.

Karbidestan hember Zhang, bi sedema dayîna agahîyên derew ji karmendên federalî re û bê destûr ketina nav cîhekî taybet, doz vekir.

Karbidest vekolîna xwe didimînin ku armanca rastîn ya Zhang çi ye û çima ew alavên elektronîk yên sîxurî di çanteya wê de hebûn.

Daxuyanîya federalî ragihand ku Mar-a-Lago cîhekî taybet e tenê xwedîyê wê dikarin biryar bidin ku kî dikare têkeve nav wê derê.

XS
SM
MD
LG