Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa ji Serokê Berê Chirac Xatir Dixwaze


Rêberên cîhanî yên niha û berê îro li Parîsê, di merasêma rêzgirtina serokê berê yê Fransî Jacques Chirac de xatir ji wî xwestin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron yê Rûsya Vladimir Putin û serokê berê yê Amerîka Bill Clinton jî di nav de gelek rêberên cîhanê di merasîma li dêra Saint Sulpice ya Parîsê de amade bûn.

Darbesta Chirac, ku bi ala Fransî hatibû peçandin, jibo oxirkirina rûniştvanên Parîsê li kolanên wî bajarî hat gerandin û dû re li pêş dêra Saint Sulpice re hat anîn.

Chirac ku di 86 salîya xwe de koça dawî kiribû, ji sala 1995’an heta 2007’an seroktîya Fransa kiribû. Ew bi helwesta xwe ya xurt ya dijî şerê Îraqê dihat nasîn ku jiber cudabîrîyên ser wê mijarê, Fransa û Amerîka hîngê li hevdu tund bûbûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Chirac li Fransa bi karîzmaya xwe ya xwezayî dihat nasîn û rola wî ya di xurtkirina pêşengîya Fransa ya di qada cîhanê de pir dihat pesandin.

XS
SM
MD
LG