Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Meleyê Tundrê jiber Piştgirîya DAIŞ'ê Ceza Dike


Anjem Choudary

Dadgeheke Brîtanî îro Sêşemê cezayê pên salan zindankirinê li meleyê radîkal Anjem Choudary birî, bi sedema ku wî piştgirîya DAIŞ’ê kiriye.

Choudary yê 49 salî bi awayekî vekirî piştgirî dide Îslama radîkal û gelek vîdyoyên vî di YouTube û înternetê de dihatin weşandin.

Wî herwiha di salvegera êrîşên 11’ê Îlonê de, di xwepêşandaneke pêş balyozxaneya Amerîkî ya Londonê de jî xuya dibû, lê jiber ku di nav çarçoveya qanûnê de dima, Brîtanya nekarîbû wî darizanda.

Hikûmeta Brîtanî tenê piştî ku navê Choudary di sala 2014’an de di sonda dilsozîya bi DAIŞ’ê re derketibû, derfet dîtibû ku li hember wî dozekê veke.

Dadhegê Choudary bi tawana banga destekdayîna DAIŞ’ê sûcdar dît. Rojnameya Independent ragihand ku hurgilîyên doza wî, jiber sedemên qanûnî heta sê hefteyên din nikarin bêne eşkere kirin.

Choudary di berevanîya xwe de dubare kir ku sonda ku hate kirin bê agahîya wî bû.

XS
SM
MD
LG