Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Oguz Kaan Salici got ku hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bazirganîya bi Îsraîlê re dereng sînordar kiriye û ew rexne kir.
Salici dîyar kir ku hikûmeta AKP’ê jiber helwesta hemwelatîyên Tirkîyê neçar maye ku bazirganîya bi Îsraîlê re sînordar bike.
‘’Hun jibo vê biryarê li hêvîya kuştina 14,000 zarokan bûn yan hûn li bendê bûn ku hûn di hilbijartinan de têk biçin? Gelê me ev biryar da, Wezaretê Bazirganî ragihand.’’
Wî da zanîn ku Tirkîyê ji Cotmeha 2023’yan vir ve nêzî 2 mîlyar dolaran kelûpel firotine Îsraîlê.
Salici got ku Filîstînî ne xema AKP’ê ne û dîyar kir ku ew dizanin ku jiber sînordarkirina bazirganîyê karbidestên wê partîyê çiqas xemgîn bûne.
Di rojên borî de li Stenbol û hin bajarên din yên Tirkîyê ser bazirganîya bi Îsraîlê re protesto çêbûbûn.
Partîya Jinûve Refahê (YRP), ku bi sekna xwe ya konservatîf tê zanîn û li gor encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li rêza sêyan e, bang li hikûmetê kiribû ku danûstandinên xwe yên bi Îsraîlê re bisekinîne.
Wezareta Bazirganî ya Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku ewê ji hesin heta mermeran di 54 kategorîyan de bazirganîya bi Îsraîlê re sînordar bike.
Jêder: NTV