Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dibêje AKP Dixwaze bi Logoya Partîya Wan Wêneyên Rêberên PKK'ê Belav Bike


Berpirsê Medya yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Tuncay Ozkan got ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dê li 81 bajarên Tirkîyê bi logoya partîya wan afîşên ku bi rêberên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li dar xe.

Ozkan dîyar kir ku AKP pêhesîye ku ew di hilbijartinê têk diçe û serî li rêkên wisa dida.

‘’Hiilbijartinê nda dikin. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) divê demûdest rê li ber vê propagandaya qirêj bigire. AKP’ê xwe xistiye bin baskên PKK’ê, lê ev yek jî nikare wê xelas bike."

Ozkan dîyar kir ku Cîgirê Serokê CHP’ê Muharrem Erkek serî li YSK’ê daye ku AK Parti wan afîşan belav neke.

Tirkîye roja Yekşemê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran diçe ser sindoqan.

Bi nêzîkbûna hilbijartinê re girjîya di navbera desthilat û opozîsyonê de gurtir dibe.

Jêder: CHP, VOA

XS
SM
MD
LG