Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dijî Danîna Qayumên Ser Bajarvanîyên DEM Partî Bertek Nîşan Dide


Partîya Gel ya Komarî (CHP) ser qayumên jibo sê bajarvanîyên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) hatin erkdar kirin bertek nîşan da.

Serokê CHP’ê Ozgur Ozel dîyar kir ku ew bi qayumên hatine erkdar kirin nêzîkî dawîya gotinan bûne.

‘’Ez hişyarîyê didim, hindik maye ku dawî li gotinan were. Jibo em li hember vê xirabîyê têkoşînê bikin çi hewce be emê bikin.’’

Wî dîyar kir ku bi qayumên hatine erkdar kirin li ser îradeya gel derbe çêbûye.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê îro Duşemê jibo bajarvanîyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qayum erkdar kir.

Ozel got ku ewê jibo piştgirîyê here Mêrdînê û ser bajarvanê wî bajarî Ahmet Turk got ku ew kevokê sîyaseta Kurdan e û nûnerê dîyalogê ye.

Wî bi bîr xist ku ev cara sisêyan e ku li şûna Ahmet Turk qayum tê erkdar kirin.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî dîyar kir ku desthilata Tirkîyê kontrol hinda kiriye û bi awayekî ne cidî tevdigere.


Îmamoglu lihevhatina Malbata Şenyaşaran û Malbata Yildizan bi bîr xist û got ku Ahmet Turk yê di rojên borî de di wê prosesa lihevhatinê de cîh girtiye niha di çavê desthilatê de bûye terorîst.

Wî got ku ewê sibê Sêşemê Encumena Yekîtîya Bajarvanîyên Tirkîyê demûdest û bi awayekî awarte kom bike.

Jêder: X, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG