Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP: Di Hejmartina Nû de Encama Stenbolê Pir Neguherî


Berdevkê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Faik Oztrak dîyar kir ku li sê bajarokên Stenbolê jinûve hejmartina dengan bi dawî bûye û encam ‘’pir neguherîye’’

Oztrak got ku ‘’daxwaza pêdeçûnê mafek e’’ û dîyar kir ku divê ew li gor hiqûqê were karanîn.

Li Stenbolê li gor encamên nefermî yên hilbijartinê berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu ser ketibû û Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ser encaman îtiraz kiribû.

Medya Tirkîyê radigihîne ku li 18 bajarokên Stenbolê deng jinûve têne hejmartin.

XS
SM
MD
LG