Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên CHP'ê Piştî Biryara YSK'ê li Enqerê Kom Dibin


Ekrem Îmamoglu

Berpirsên Partîya Komarî ya Gel (CHP) piştî betalbûna hilbijartinên Stenbolê îro Sêşemê li Enqerê kom dibin.

Berbijarê CHP’ê yê Stenbolê Ekrem Îmamolgu jî, ku di hilbijartinê 31’ê Adarê de bi ser ketibû, dê beşdarî civînê bibe.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu berî here civînê ji rojnamevanan re got ku ‘’Emê demokrasîyê bînin vî welatî, têkoşîna mê dê bo demokrasîyê be’’

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ser daxwaza pêdaçûnê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) do Duşemê biryara betalkirina hilbijartinên Stenbolê dabû.

Li gor daxuyanîya YSK’ê, hilbijartina nû ya Stenbolê dê di 23’yê Hezîranê de li dar keve.

XS
SM
MD
LG