Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Esad jiber Daxuyanîyên Wî yên Hefteya Borî Hişyar Dike


Balyozê Rûsî li Neteweyên Yekbûyî Vitaly Churkin

Balyozê Rûsî li Neteweyên Yekbûyî, Vitaly Churkin hevalbenda xwe ya dîrokî Serokê Sûrî Beşar Esad li ser gotinên wî hişyar kir ku ew dê hemû Surîyê jinûve bigirin.

Churkin got ku heke Esad di prosesa aştîyê de bi helwesta Moskowayê razî nebe, ew dê bi encamên xeter rûbirû be.

“Rûsyayê ji alîyê polîtîk, dîplomatîk û niha jî leşkerî ve gelek sermaye danaye ser vê krîzê”, Churkin ji rojnameya Kommersant re got. Wî bal kişand ser pêkhatina navnetewî ya destjêberdana neyarîyan hefteya çûyî ku li Mûnîhê hate mor kirin.

Churkin got ku helwesta serokê Sûrî ne li gor hewildanên Rûsyayê yên dîplomatîk in û ji Esad xwest bersîva wê jî bide.

Di civîna lî Munîhê de 17 welatên ku piştgirîya prosesa aştîyê li Sûrîyê dikin, jibo agirbestekê rakirina dorpêça herêmên gel rûbirûyê birçîbûnê bûyî û jibo nûve destpêkirina giftogûyan biryar dabûn.

Hêjayî bîrxistinê ye, di hevpeyvînekê de hefteya çûyî de, berê ku plana “ravestina neyartîyê” li Sûrîyê hatiye îlan kirin, Esad soz dabû ku hemû axa Sûrîyê dîsa bixe bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG