Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Giştî Brennan Bergirî li CIA Dike


Rêvebirê Giştî yê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) John Brennan
Rêvebirê Giştî yê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) John Brennan

Rêvebirê Giştî yê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) John Brennan, di bersîvdana raporteke Senatoyê de berevanî li ajansa xwe kir û karanîna metodên tund parast.

Brennan got, piştî êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê rewşa ewlehî xirab bû û bersîva ti tişt ne hêsan bû.

“Jibo ewlehîya welatê me, gelê me û taybetî jî ajansa min hemî tiştên rast û pêdivî kirin. Karmendên me çi ji wan hatin xwestin, ew tişt jibo xîzmeya gelê xwe cîh anîn.”

Brennan bi berdewamî got, ew bi başî nizanî ka ew taktîkên hişk yên CIA encamên kêrhatî anîne yan ne.

Wekî tê zanîn, Komîteya Îstixbaratî ya Civata Senatoran roja Sêşemê kurtahîya raporteke berfireh weşandibû û tê de gotibû ku CIA di dema lêpirsînan de reftarên xirab li girtîyan kirine.

Ew raport herwiha CIA sûcdar dikir ku, li ser bandorbûna methodên ku hatine karanîn, agahîyên şaş dane Kongres û gelê Amerîkî.

XS
SM
MD
LG