Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CIA William Burns Serdana Moskowê Dike


Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) William Burns bi şandeyeke payabilind serdana Moskowê dike.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Burns dê di hevdîtinên roja Sêşem û Çarşemê de pêşengîya şandeyê bike.

Reutersê da zanîn ku ew serdana Burns li ser daxwaza Serok Joe Biden çêbûye û ew nîşan dide ku tevî girjîyên di navbera Moskow û Washingtonê de jî derîyê dîyalogê vekirî ye.

Civata Ewlekarî ya Rûsya ragihand ku Burns, ku berê balyozê Amerîka yê li Moskowê bû û dikare bi Rûsî bi jî biaxife, bi yek ji rêberên îstixbaratê yên berê yên Rûsya Nikolai Patrushev re kom bûye.

Her du alîyan jî ser danûstandinên di hevdîtinê de ti daxuyanî belav nekirin.

Serok Biden bo hevdîtina ser hin nakokîyan meha borî karbidesta payabilind Victoria Nuland şandibû Moskowê, lê bi wê serdana ti pêşdeçûna berçav çênebû.

Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin di Hezîranê de li Cenevrê kom bûbûn û Biden gotibû ku ewê çêkirina dîyaloga stratejîk ya Washington û Moskowê ji 6 meha heta 12 mehan bajo.

Putin jî her çiqas Amerîka di jimareke mijaran de rexne dike jî meha borî got ku wî bi Biden re peywendîyeke avaker çêkiriye.
Kremlîn dide zanîn ku her du rêber dibe ku îsal careke din bicivin.

XS
SM
MD
LG