Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CIA Hişyarî Dide Amerîka Bersîvdaneke Tolhildêrî Hember Êrîşên Înternetî yên Rûsî Nede


Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) John Brennan hişyarî da hikûmeta Amerîka ku bersîvdaneke tolhildêrî li hember êrîşên înternetî yên Rûsî, ku di dema kempeyna hilbijartinê de haye kirin, nede.

"Ez ne di wê bawerîyê de me ku divê em taktîkên ku dijberên me dijî me dixebîtinin, bi kar bînin. Divê em bi bîr bînin ku em jibo çi tekoşînê didin. Em bo welatê xwe şer dikin, bo demokrasî û awayê jîyana xwe şer dikin," Brennan di hevpeyvîna Radyoya Civakî ya Netewî (NPR) re îro Înê got.

Karbidestên Amerîkî Serokê Rûsî Vladimir Putin tawanbar kiribû ku di dema kempeyna hilbijartinan de ferman daye sazîyên îstixbaratî ku piştgirîya berbijarê Komarî Donald Trump bikin, lê karbidestên Rûsî ew îdîa red kiribû.

Serokê Amerîka Barack Obama daxwaz ji sazîyên îstixbaratî kiribû ku li ser maytekirina Rûsan ya nav hilbijartinên seroktîya Amerîkî vekolînan bikin, berî ku ew di 20’î sala nû de dest ji karê xwe berde.

Obama hefteya borî ragihandibû ku Putin bi xwe biryara heckkirina hilbijartinê daye û wî dêrî li pêş kiryarên tolhildêrî vekirî hêştibû.

XS
SM
MD
LG