Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Azerbaycan'ê Xanima Yekê Kir Cîgira Xwe


Mehrîban Alîyeva
Mehrîban Alîyeva

Serokomarê Azerbaycan'ê Îlham Alîyev xanima xwe, Mîhrîban Alîyeva wek cîgira yekê ya serokomarîyê bijart.

Alîyeva, ku nûnera rêxistinên navneteweyî yên wek UNESCO ye, ji Partîya Azerbaycana Nû parlementer e.

Li Azerbaycan'ê bi referanduma par li dar ket, 29 xalên qanûna bingehîn ya wî welatî hatibûn guherandin.

Li gor qanûna nû, di nebûna serokomar de desthilat bi temamî dikeve destê cîgirê yekê.

XS
SM
MD
LG