Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Çînê Xî Dilxweşîya Amerîkîyan Werdigire


Cîgirê Serokê Çînê Xi Jinping di serdana xwe ya Iowayê de kopîyeke rojnameya Muscatine Journal werdigire ku qala serdana wî ya 1985'an dike
Cîgirê Serokê Çînê Xi Jinping di serdana xwe ya Iowayê de kopîyeke rojnameya Muscatine Journal werdigire ku qala serdana wî ya 1985'an dike

Cîgirê Serokê Çînê Xi Jinping, di serdana xwe ya eyaleta Iowa'yê de, dilxweşîya Amerîkiyên qezenc kir.

Serdana birêz Xi piştî 27 salan ji serdana wî ya yekê bo wan deveran hat ku hîngê ew wekî berpirsekî normal yê Çînê hatibû Amerîka.

Xi Jinping ku tê bawer kirin ku bibe serokê Çînê, demjimêrek ligel rûniştvanên bajarokê Muscatine borand.

Gelek kesên ku di serdana 1985’an Xi nas kirîbûn, kêfxweşîya xwe ragihand ku Xi ew nas kirin û behsa serpehatîyên hîngê qewimîn kirin.

XS
SM
MD
LG