Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama bi Cîgirê Serokê Çînê re Kom Dibe


Serok Obama bi Cîgirê Serokê Çînê re Kom Dibe

Cîgirê Serokê Çînê Xi Jinping roja Sêşemê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama re, li Qesra Spî kom bû.

Xi Jinping ku wekî rêberê paşerojê yê Çînê tê hesibandin, bi hevdîtineke fermî ya ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden dest bi serdana xwe dike û dû re li Oval Ofîsê bi Serok Obama re kom bû.

Di hevdîtinan de babetên wek kêşeyên mafên mirovan û yên aborî, xercên berevanîyê û xwekuştinên qeşeyên Tîbetî jî hatin rojêvê.

Piştî fîravîna li Wezareta Dervayê ya bi mêvandarîya Cîgirê Serok Joe Biden û Wezîra Derve Hillary Clinton, li ber e Xi li Pentagonê bi karbidestên leşkerî re kom be.

Di programa Xi de, her wiha hevdîtinên bi rêberên karsazî yên Çînî û Amerîkî jî cîh digire.

XS
SM
MD
LG