Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Komên Cîhadî Peymana Îdlibê Dipejirînin


Hin komên serhilda yên li Îdlibê, ji ajansa Reutersê re dîyar kirin ku komên cîhadî, ku di nav wan de Heyet Tahrîr El-Şam jî heye, nîşan didin ku ewê li gor peymana Îdlibê tevbigerin.

Karbidestekî payabilind yê serhildayan, bi şertê ku navê wî eşkere nebe ji ajansê re da zanîn ku Heyet Tahrîr El-Şam, ku 60-65 ji sedê Îdlibê kontrol dike, di ser navbeynkaran re bi berpirsên Tirk re danûstandinan dike.

Heman karbidestî dîyar kir ku koma cîhadî di çend rojên dawî de nîşan dide ku ewê peymanê bipejirîne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê ji ajansa Reutersê re dabû zanîn ku komên tundrê ji herêma ewle vedikişin.

Karbidestê serhildayan got ku Tahrîr El-Şam bê ku ragihîne ew peymanê dipejirîne dê li gor lihevkirina Rûsya û Tirkîyê tevbigere.

Li gor lihevkirina Rûsya û Tirkîyê, komên tundrê divê heta nîvê Cotmehê ji herêmê derkevin.

XS
SM
MD
LG