Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Navê ku Şûna Kişanak û Anli Bigire, Eşkere Kir


Karbidestên Tirk rêvebirekî nehilbijartî li şûna bajarvanên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli destnîşan kir ku karên çaredarîyê bi rêve bibe.

Cumali Atilla ku qaymaqamê Etimesgut ya Enqerê bû, îro ji alîyê wezareta navxweyî ve wek 'rêvebirê destnîşankirî' hate ragihandin.

Dozgerên Tirk, şaredar Kisanak û Anli bi girêdana terorîzmê tawanbar dikin, jiber ku wan otonomîyên firehtir ji Kurdan re dixwazin ku 20 ji nûfûsa hemî Tirkîyê pêk tînin.

Karbidestên Tirk tenê di meha Cotmehê de 98 rêvebirên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ku şaredarîyên bajarên Kurdan bi rêve dibe, zindan kirine.

DBP’ê ragihand ku îro jî li bajarê Merdînê nêzîkî 30 rêvebirên wê ji alîyê polîsan ve hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG