Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Bikaranîna Sizayên Dijî Sûrîyê Red Dike


Peyvdarê Wezareta Derve ya Çînê Liu Weimin

Çîn dibêje ew bikaranîna sizayan qebûl nake weku rûbirûkirina krîzaya Sûrîyê, rojekê piştî Wezîrê Derve yê Fransayê gavên nû giftûgo kir jibo cîbicîkirina plana agirbestê.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Çînê Liu Weimin roja Pêncşêmê got welatê wî bikaranîna fişarê red kir, lê li şûn wê piştgirîya hewldanên nûnerê navnetewî Kofî Annan kir.

Herwiha, Rûsya jî li dijî hewldanên Rojava û Ereban e derbarê sizayên NY li ser hikûmeta Sûrîyê. Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov Çarşemê bergirîya firotina çekan ya welatê xwe bo Sûrîyê. Wî got, ev yek yasayên navnetewî binpê nake.

Balyozê Sûrîyê li Rûsyayê jî rexneyên firtona çekan red kir. Riyad Haddad got, çek jibo bergirîyê ne. Wî herwiha got, welatên Rojava berpirsên têkçûna plana Annan in.

Li Washington, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton roja Çarşemê got, dem hatiye ku civaka navnetewî, di nav de Rûsya, werin ser maseyê û bi awayekî avakir rîyekê jibo Sûrîyê bibîne, tevî hemû nêrînên cuda.

Tundûtûjî Pêncşemê jî li Sûrîyê berdewam bû ligel raporên ku dibêjin pevçûn li Hums û Restenê pêk hatie. Komela Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanîya ye got, bi kêman çar kesên sivîl hatin kuştin.

Çavdêrên NY roja Pêncşemê serdana cihê teqîna otomobîlekê nêzîkî Şama paytext kirin, ku li gorî medya dewletê 14 di encama wê de birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG