Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Cezayê Dirêjîya Jînê Dide Qaçaxcîya Mirovan


Ajansa fermî ya Çînî Xinhua radigîhîne ku Lai Changxing ji alîyê dadgehê ve sûcdar hate dîtin û ceza li wî hate birîn.

Lai Changxing jiber tawanên bertîl û qaçaxcitîya mirovan, bi dirêjîya jîne hate ceza kirin.

Dadgehê biryar da ku wî li sala 1991’ê qaçaxcitîya otomobîlên buha, cixare û tiştên din yên bi buhayê 4.3 mîlyar dolaran kirîye û gelek bertîl dane karbidestan ku çavên xwe li tawanan wî bigirin.

Lai Changxing li sala 1999’an revîbû Kanadayê, piştî ku hikûmet dest bi vekolîneke dijî kiryarên wî kiribû û di encamê de jimareke karbidestên leşkerî û polîsan hatibûn girtin.

Hikûmeta Kanadî Lai teslîmî Çînê kirîbû, piştî ku Peking soz dabû lku êşklence û reftarên xirab li wî neyê kirin.

XS
SM
MD
LG