Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Cudabîr Chen Dikare Serîlêdana jibo Xwendina Dervê Bike


Çîn dibêje, cudabîrê nebîn (kor) Chen Guangcheng azad e ku jibo xwendina li derveyê welat serîlêdanê bike.

Pispor dîbêjin, reng e daxuyanîya Çînê çareserîyeke ji kêşeya Chen Guangcheng re peyda bike ku ji binçavkirina malê revîyabû û xwe spartibû balyozxaneya Amerîkî li Beijing’ê.

Wezîra Derve Hillary Clinton îro Înîyê ji rojnamevanan re got, ew dî kêşeya Chen de pêşveçûnê dibîne û ew her wiha bi helwesta erênî ya Çînê geşbîn e.

Wezîra Derve Hillary Clinton vê gavê li Çînê ye da ku pişidarî li Kombûna Ewlehîya Dîplomatîk ya salane bike.

Pispor dibêjin, kombûnên asta bilind yên navbera her du welatan di bin sîya krîza bizavkar Chen de man.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Lui Weumin gotibû ku wekî gîş hemwelatîyên Çînî, mafê chen jî heye ku jibo xwendina li derveyê welat serîlêdanê bike.

Bizavkarê Chen Guangcheng ku 40 salî ye dibêje, nîyeta wî tune ku bi herdemî li Amerîkayê bimîne.

Hevalên wî jî dibêjin, ew hatiye vexwendin ku xwendina xwe li zanîngehekê li New Yorkê bidomîne.

XS
SM
MD
LG