Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Jiber Helbestekê Cezayê Zindanê Dide Helbestvanekî


Bizavkarên Çînî yên li Taylandê postera Zhu bilind dikin.
Bizavkarên Çînî yên li Taylandê postera Zhu bilind dikin.

Bizavkarê demokrasîxwaz yê Çînî Zhu Yufu, jiber heklbesteke xwe bi heft sal zindanîkirinê hate ceza kirin.

Zhu di helbesta xwe de bang li hemwelatîyên Çînê dikir ku rabine ser pêyan û daxwaza pirtir azadîyan bikin.

Hevjîna Zhu Yufu û kurê wî îro Înê got, Zhu ji alîyê dedgeheke li bajarê Hangzhou ya rojhilatê ve, bi tawana “xebatên dijî desthilata dewletê” sûcdar hate dîtin.

Zhu bizavkarê navdar yê çarê ye ku di nav heft hefteyên borî de cezayekî giran li wî hatiye birîn.

XS
SM
MD
LG