Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Çîn li Washingtonê Hevdîtinan Dikin


Karbidestên Amerîkî û Çînî êro Çarşemê li Washingtonê kom bûn ku li ser mijarên ewlehî, dîyaloga herêmî û kêşeya li Derya Başûrê Çînê gotûbêjan bikin.

Çîn hêzên xwe yên deryayî nû dike û zerevanên xwe li Derya Başûrê Çînê ya kêşebar zêde dike. Vîyetnam, Fîlîpîn, Malezya, Bruneî û Taywan hemî dijî îdîayên Çînê ne û qebûl nakin ku Çîn desthilata xwe li wê herêmê zêdetir bike.

Di kombûna Washingtonê de tê hêvî kirin ku girjî ûalozîya heyî bi rêkên aştîyane bigeheje çareserîyekê.
XS
SM
MD
LG