Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro Duşemê got ku Taywan ne axa Amerîka ye.
Wang Yi da zanîn ku Taywan axa Çînê ye û ew berevanîya yekîtîya axa xwe dikin.
Wî dîyar kir ku Amerîka bi awayekî ‘’sofîstîke’’ li kêşeya Taywanê dinêre.
Wezîrê Derve yê Çînê da zanîn ku kiryarên wan yên bo Taywanê li gor qanûnê ne û ew serwerîya axê diparêzin.
Taywan jî dibêje ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de azad e, lê Çîn wê yekê qebû nake û dibêje ku ew girav di bin kontrola wê de ye.
Çîn ji serdana Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi yab Taywanê nerazîbûneke xurt nîşan dide û ji wê serdanê vir ve li dor Taywanê hîndarîyên leşkerî pêk tîne.